Mêrdîn

Merheba ji wer canik û camêrno. Ez ê îro ji we ra qala Mêrdînê bikim. Weke hûn zanin Mêrdîn li ser çiyakî hatiye avakirin û bajarekî tûrîstîk e. Mêrdîn di mehên biharê û havînan de bi gernasan mişt tije tabana. Tu li sûka wê nikarî gavekê bavêjî. Ji ber ku Mêrdîn li gorî şert û mercê demên borî hatiye avakirin kuçe û kolanê wê teng e. Li navenda sûka wê, li ser peyarêyan du kes nikare bidin tengala hev du. Li pê hev dimeşin. Îja neqebên wê yî jêr û jor hesab li cem we. Pir tiştên wê yî bi nav û deng hene. Di serî de dîroka wê. Gava tu dikevî sûka wê ji her çend dikana yek dikanê qahweyê ne. Li hêlekê diqelînin, li hêlekê dikutin. Ew bêhna qahwê difûre û li sûkê gişî belav tabana. Ji xwe ku ew bêhn sınır bila tu zanî bî tu li Mêrdînê yî. Dîsa li hêlekê istikrar melê mizgeftan, li hêla din istikrar zengulên dêran. Kelaya wê yî ku li serê çiya hatiye avakirin hêjayî dîtinê. Em karin gelek tiştên dinê rêz bikin. Lê bi serê xetoyê dînik ku ez rêz bikim wê neqede.

Belê, Mêrdîn mesken deh pazdeh salên dawîn bi nav û deng bû. Haya me kesî jê tunebû. Mêrdînî bi xwe hay jê tunebûn. Heta me qerfê xwe pê dikir. Me digo, di wan xaniyên weke şikefta de însan çawa lê dijîn. Qesr û qonaxên wê yî ku îro bi nav û deng e, kesî nedikirî û difirot. Lê îro bûne bi mîlyonan. Em li xwe poşman bûne lê êdî ji dest çûyî. Ew qesr û qonax û heta xaniyên weke şikefta giş bûne otel, restorant, cafe û hwd. Heta destê sibê weke taksîma Stenbolê istikrar muzîkê olanê dide û şopa beşere lê kêm nabe. Lê berî niha bi salan ku hema tarî diket erdê sûk teva dihat girtin û tu ji sûka wê ditirsiyay. Min ew tirs rojekê jiya. Bo çi bû nema tê bîra min, lê ez û hevalekê çibûn Mêrdîna kevnar. Li me bû êvar. Hema me dî dikandara derabayên dikanên xwe danîn her kes belav bû. Şopa beşere hema bê nema bû. Di nava bajêr ronahî jî qet nehatibûn çêkirin.

Bo ku em dakevin deşta qoserê em li benda erebeyan bûn lê çûn û hatin tunebû. Me ji hin kesan pirsî bê ka çima erebe nayên û narin, gotin heyra ji vê saete pêve erebe sıkıntı hebin. Her ku diçû bajar tarîtir dibû û ez hevala xwe kûr bi kûr difikirîn. Me digo ka em ê ji çiyê çawa xwe bighînin deştê. Ne rêyek kin bû jî ku em bi meşê xwe bigihînin deştê. Hîn em bi wê tirsêbûn me dî erebeyek çizgi. Hema bibê me xwe avet ber erebê. Şifêr bi me keniya û go, heyra hêdî bin, ez bi cihêkî narevim. Me jî go; wele ji tirs û kêfa me wer kir. Ji ber ku me destê xwe ji we şuştibû. Go, hûn mafdarin, ez erebeya dawînim. Wê demê rewşa Mêrdîn mesken bû heyra. Lê niha ku meriv diçe Mêrdîn şevên wê ji rojên wê xweştir e.

Ya xirab ew e ku pir buha ye. Temam li her deran û li her tiştî buhayî çê bûye,lê hûn bawer bikin ne bi ecêba Mêrdîn e. Çayek kirine deh wereqe. We xêr e yaw. Li Dubaî ne bi vê xezebê ye gidîî. Pir caran ji bajarên wekî din heval û dost deri Mêrdîn. Gava dibên ka werin em hev du bibînin, ji ber bihayê em dibên karê me heyî û em derewan dikin. Bazirganon, gunehê derewên me di hustiyên we de.

Wexta ku em derin Mêrdîn, pirayî em derin cem hevalên ku li wir kar dikin. Em li cîhê wan dixwin û vedixwin. Ma xêre em sî wereqî bidin qahweyekê heyra. Caran dawîn ku ez çûm Mêrdîn dîsa min wer kir. Hevalekî dikana sahafê vekiribû. Min jê re him pirtûk teğin him jî min serdana wî kir. Û me çay û qahweya xwe li dikane çêkir. Te dî min di serî de gotibû ku kuçe û kolanê Mêrdîn teng in. Gava min û hevalê xwe qahweya xwe wedixwar min dî kerek refên pirtûka li ser piştê û li ber deriyê dikanê sekinî. Ji hevalên min re hatibû. Ji ber neqebên Mêrdîn tengin û erebe tê da nikarin bimeşin, hemaliya alavan bi kera dikin.

Li Mêrdîn ji ber karê himaliyê ker dikin pir bi qiymet in. Weke cîhê rawestgeha texsiyan, rawestgeha wan jî heye. Kesên barên wan hebin derin ba wan, bazarê dikin û bi vî şiklî barên xwe tabanın û tînin. Te dî xwediyên ereba di bazarê da gotineke wan heye. Dibên, ma hûn nizanin bê akaryakıt bûye bi çi… Li Merdîn jî wexta ku tu bazara himaliya keran dikî, xwediyên kara tabanın; heyra ma bi avê dixebitin. Ma hûn nizanin bê kîloya ceh bûye bi çiqas î. Paqijiya bajêr jî bi keran dikin. Defan şaredariyê hene û sergoyên bajêr li keran dikin û didin hev du. Heta ew defan şaredariyê sigortalîne û teqawîta wan jî heyî. Belê belê, we rast bihîst. Hûn bawer nakin ji Googlê bipirsin. Niha hûn dibên; li vî welatî însanan bê sîgorta dixebitînin lê keran sigorta dikin. Lê rastiya me mesken e.

Belê, va ye bihar sınır. Turîsta jî berê xwe dane Mêrdînê. Êdî wê Mêrdîn şên bibe. Bawer im piştî çendakî dinê em ê li Mêrdîn nikaribin gava xwe bavêjin. Û yê min jî lisan heye ku li Mêrdîn dikanekê vekim. Ew çax ez ê her tim lê bim. Û kesên ku wê werin Mêrdin, ji bihayê netirsin, çay û qehweya we li min.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir